TR KU SO
FB X
Cîhan

SOHR: Li Sûriyê ji sala 2011an ve 610 hezar kes hatine kustin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 24 hezîran 2022 13:29

PeyamaKurd – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) diyar kir, ji sala 2011an ve 610 hezar kes hatine kuştin ji wan 168 hezar û 849 çekdar û leşkerên ser bi hikûmeta Sûriyê ve ne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova da zanîn, ji tevaya 610 hezar kuştiyên şerê Sûriyê, ji hemû aliyan, di dema 11 salan de, 168 hezar û 849 çekdar û leşkerên ser bi hikûmeta Sûriyê hatine kuştin.

Herwiha eşkere kir, ji wan 91 hezar û 267 leşkerên artêşa hikûmeta Sûriyê ne. 67 hezar û 242 çekdarên ser bi hikûmetê û Îran û Rûsya. 8 hezar û 628 çekdarên biyanî yên din ên ne Sûrî yên alîgirên hikûmeta Sûriyê, hatine kuştin ku 1 hezar û 712 çekdarên Hizbullaha Lubnanê ne.

Parve bike: