TR KU SO
FB X
Cîhan

SOHR: Milîsên Îranê dest danîn ser avahiyên rejîma Sûriyê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 24 nîsan 2022 19:17

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku koma çekdar a bi navê Fatimîyyun ku Îran piştevaniya wan dike, li bajarê Elbu Kemalê dest danîn ser avahiya Navenda Koç û Pasaportan û hêzên hikûmeta Şamê ji wir derxistin.

Milîsên Fatimiyyun beriya niha jî bi darê zorê dest danîbûn ser avahiyên rejîma Sûriyê yên li li herêma Ketif a sînorê Iraqê ku dikeve rojhilatê bajarê Dêrazorê.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daye xuyakirin ku milîsên Fatimiyyun hêzên rejîmê yên parastinê ji hundirê avahiyan derxistine û herwiha ziyan gihandine alavên wan.

Li gorî çavkaniyên herêmê Îran mifayê ji şerê Ukrayna-Rûsyayê werdigire û li Sûriyê hewl dide hêzên xwe yên milîs xurtir bike û hejmara çekdarên xwe jî li nav Sûriyê zêdetir bike.

Parve bike: