Cîhan
SOHR: Qerdeha ya Laziqiyê hate bombebaran kirin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku cara duyem devera Qerdehan a parêzgeha Laziqiyê ya di bin kontrola rejîma Sûriyê de hatiye bombebaran kirin.
Li gorî SOHRê îro 23yê Tebaxê beyaniyê gelek moşek li herêmeke gundewarên Qerdaha ya Laziqiyê ketin û di encama bombebaranê de welatiyek birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Hêjayî gotinê ye, ev cara duyemîn e ku êrîş li Qerdahayê tê kirin. Herî dawî 23yê Hezîranê balafireke bêmirov 2 moşek avêtibûn û li herêma Dahiyê ya li nêzî Qerdahayê ketibûn ku di encamê de kesek hatibû kuştin û hin kes jî birîndar bûbûn.