TR KU SO
FB X
Cîhan

SOHR: Rejîma Sûrî 7 bajarok li Idlibê kontrol kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 24 sibat 2020 18:47

PeyamaKurd - Hêzên rejîma Sûriyê bi piştgiriya asmanî ya Rûsyayê, ber bi başûrê Idlibê ve bi pêş ve diçe û 7 bajarok di nava çend saetan de bi dest xistin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji doh û heya vê sibê, balafirên Rûsî gelek dever li gundewarê Idlibê û Şêr Mexar li gundewarê Hemayê kirin armanc.

SOHRê diyar kir ku bi rêya êrîşên asmanî yên Rûsyayê, hêzên rejîmê Kefer Secna û 6 deverên din li gundewarê Idlibê yên başûr bi dest xistine.

Li gorî SOHRê hêzên Tirkiyê jî 4 xalên nû yên leşkerî li bakurê Idlibê ava kirin û şeva borî jî zêdetirî 100 wesayîtên leşkerî derbasî herêma Cebel el-Zawiyê kirin.

Parve bike: