Cîhan
Sputnik Int. | Dibe ku Rûsya û Tirkiye hêzê bisînin herêmên HSDê
PeyamaKurd – Piştî rûdana şerê doh li dorûbera Ezezê bajaroka Til Rifetê di navbera HSD/YPG û artêşa Tirkiyê de, tê îdiakirin ku dibe Rûsya û Tirkiye hêza leşkerî bişînîn herêmên deshilatdariya HSDê.
Sputnik Internationalê nûçeyek bi spota, "Dibe Tirkiye û Rûsya hêzê bişînin herêmên ji aliyê hevpeymanên Amerîkayê ve têne kontrolkirin” weşand.
Li gorî nûçeyê Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay di bernameyeke televizyonê de ragihandiye ku rayedarên tirk û rûsî li ser rewşa Til Rifatê hevdîtinan dikin.
Oktay herwiha gotiye, heger êrîş berdewam bikin dê rewş biguhere û ew vê mijarê bi Rûsyayê re gotûbêj dikin.
Li aliyê din artêşa Tirkiyê hêzên teqwiye yên leşkerî şandin xeta sînorî ya Sûriyê.