Cîhan
Stenbol | 14 tohmetbarên DAISê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li Stenbolê Rêveberiya Ewlehiyê, di derbarê tohmetbarên ku di rêxistina DAIŞê de çalakiyan pêk tînin, operasyonek li dar xistin.
Li gor medyaya Tirkiyê, piştî lêkolînan, li 13 navçeyên Stenbola bajarê Tirkiyê, bi piştgiriya polîsên operasyonên taybet, operasyonên hevdem hatin pêkanîn.
Di encama operasyonê de, 14 kes hatin destserkirin û li malên wan lêkolîn hatin kirin.