TR KU SO
FB X
Cîhan

Stoltenberg seredana Azerbaycan, Gurcistan û Ermenistanê dike

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 16 adar 2024 02:15

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NAYOyê Jens Stoltenberg wê bi fermî seredana Azerbaycan, Gurcistan û Ermenistanê bike. Stoltenberg, dê li Azerbeycanê bi serokê wê Îlham Aliyev re, bi wezîrê karên derve Ceyhun Bayramov û bi wezîrê bergiriyê orgeneral Zakir Hasanov re hevdîtinan bike.

Li Gurcistanê bi serokê wê Salome Zurabişvili û serokwezîr İrakli Kobakhidze re hevdîtinên duqolî bike û dawiyê li Ermenistanê wê bi serokkomar Vahagn Haçaturyan û serokwezîr Nikol Paşinyan re hevdîtinan bike.

Seredana Stoltenberg wê di navbera 17-19ê Adarê de be.

Parve bike: