TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûdanî li Urdinê bi Antony Blinken re civiya

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 12 hezîran 2024 01:20

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Es-Sudani li Urdinê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken re civiya. Di hevdîtinê de li ser mijara Xezzayê û têkiliyên navbera Iraqê û Amerîkayê axifîn.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê di daxwuyaniya xwe de got ku Blinken roja Sêşemê bi serokwezîrê Iraqê re civiyaye. Di daxwuyaniyê de hat gotin:

“Wezîrê karên derve, desteka Iraqê ya ku dide agirbesa li Xezzayê bi serbilindî dipesinîne û divê Hamas planê bê navber bixê, erê bike.”

Parve bike: