TR KU SO
FB X
Cîhan

Sullivan: Dibe ku Joe Biden û Erdogan li Glasgowê bicivin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2021 16:00

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Koşkaspî Jake Sullivan da zanîn, Serokê Amerîkayê Joe Biden, çaverê dike ku hefteya bê li Glasgowê, di dema hilcivîna jîngehê ya NY de bi Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Hevdem, Sullivan diyar kir: "Ez nikarim piştrast bikim, lê ji bo niha ew bendewariya heyî ye."

Erdogan jî hevdîtina bi Biden re piştrast kiribû û herwiha gotibû, “Îhtîmaleke mezin e em ê li şûna Romayê li Glasgowê hev du bibînin.

Parve bike: