TR KU SO
FB X
Cîhan

Sunak, ji bo hevdîtinê bang li rêberên sendîkayan kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2023 21:30

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak bang li hemû rêberên sendîkayên grevkar kir û wan vexwend ku di 9ê Çileyê de bicivin.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku Rishi Sunak di serdana xwe ya dibistanê ya li paytext Londonê de ji bo rojnamevanan ragihad ku ew dixwaze bi hemû serokên sendîkayan re li ser tiştên ku ji bo welêt maqûl û erzan in, di zêdekirina mûçeyên karmendan de dan û stendineke bi rêk û pêk bike.

Serokwezîr Sunak got, "Em difikirin ku divê ev hevdîtin bên kirin. Ji ber vê yekê me 9ê Çileyê, roja duşemê her kes vexwend van hevdîtinan û ez hêvî dikim ku hevdîtin çêker bin."

Her wiha Sunak li ser pirsa "Daxuyaniyên Prens Harry yên ku wî li Efxanîstanê 25 kes kuştine û ji ber vê yekê jî şerm nake" got ku “Li ser mijarên girêdayî malbata keyîtiyê, ne guncav e ku ez şîroveyan bikim.”

Hikûmeta Brîtanyayê amadekariyan dike ku zagoneke ji bo astengkirina grevên di sektorên sereke de derxe. Hikûmetê duh bi rêya daxuyaniyekê ragihandibû ku ew li ser zagonekê dixebitin ku karmendên di qadên sereke yên qada giştî de ji grevê re sînordar bike.

Her wiha di daxuyaniye da hatibû destnişankirin ku pêşbînî tê kirin da ku ji bo zagon xizmetên hesinî, agirkujî û ambulansê yên li welêt jî bike nav çarçoveya xwe.

Parve bike: