TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûriyê: “Peymana Soçiyê, tistekî naguhere!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 18 îlon 2018 15:30

PeyamaKurd- Piştî ku Rûsya û Tirkiyê li Soçiyê, peymanek çêkirin û gotin ku em ê li Idlibê herêmeke bêçek ava bikin, ji aliyê Sûriyê, berteka pêşî hat. Peymana Soçîyê, tiştekî naguhere.

Duh Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Rûsyayê li Soçiyê hevdîtinek pêk anîn. Di encama hevdîtinê de hat ragihandin ku êdî operasyon li Idlibê nayên kirin û herêmeke bêçek wê were avakirin.

Heta niha ji aliyê Sûriyê, daxuyaniyeke fermî nehatiye kirin; lê belê hinek çavkaniyên nêzîkî rejîmê îdda kirin ku peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li qadê tiştekî naguherîne. Artêşa Sûriyê wê di demeke nêzîk de li dijî Lazkiyê, Hama û Al-Gahê operasyonê bide destpêkirin. Idlib jî wê di demeke nêzîk de bê standin.

Parve bike: