TR KU SO
FB X
Cîhan

Suûdî: “Qasikçî bi xeletî hate kustin!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 21 cotmeh 2018 17:47

PeyamaKurd- Erkdarekî Suûdî Erebîstanê ji Reutersê re axivî û got ku rojnamevanê Suûdî Cemal Qaşikçî bi xeletî hate kuştin.

Di derbarê kuştina rojnamevanê Suûdî Cemal Qaşikçî de erkdarekî Suûdî Erebîstanê ji Reutersê re axivî û îddayên balkêş avêtin holê. Li gorî îddayê, parêzvanên Mîrza Muhemmed bin Selman xwestin Qaşikçî bigirin. Qaşikçî jî jê re got: “Qey hûn ê min birevînin?” Wî jî bersiva wî da û got: “Em te bitevizînin û birevînin.”

Li gorî îddayê tîma muzakereyê bi xeletî Qaşikçî kuştin. Ji ber ku pir tirsiyan û şaş man, xwestin ku bûyerê veşêrin.

Kuştina rojnamevanê Suûdî Cemal Qaşikçî li dinyayê gelekî deng veda û rêvebiriya Suûdî Erebîstanê ji ber vê bûyerê gelekî hate rexnekirin.

Parve bike: