Cîhan
Tabloya 19 ê cotmehê: 223 kes ji ber Kovid-19 ê wefat kirin
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê rewşa nexweşîna Kovid-19 ê ya li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bi tabloyekî belav kir. Li gor tabloyê di 19 ê cotmehê de an ku îro 223 nexweş wefat kirin û 30.862 kes bi nexweşînê ketin. Jimarên li ser tabloyê wehanin:
360.849 test îro hatin kirin.
30.862 test posîtîv derketin.
223 nexweş îro wefat kirin.
27.352 nexweş îro baş bûn.