Talîban: Em ê hukumeta nû di hefteya pêsiya me de ragihînin
PeyamaKurd – Rêvebiriya Afxanistanê ragihand ku di hefteya pêşiyê de wê hukumeta nû ragihînin. Talîbanê got ku bi avakirina hukumeta nû re wê roxandina aboriya welat raweste û daketina bihayê perê wan nema bibe.
Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd bo ajansa Reutersê ragihand ku Talîban êrîşa Amerîkayê ya bo ser DEAŞ ê ya bi dronê şermezar dikin. Mucahîd got ku êrîş tê vateya êrîşa ser axa Afxanistanê. Mucahîd di axaftina xwe de got ku piştî hêzên biyanî ji Afxanistanê vekişin, dixwazin bi Amerîka û welatên rojava re têkiliyên dîplomatîk bimeşînin.
Berdevkê Talîbanê got ku bo rêvebiriya wezareta tenduristiyê, wezareta perwerdê û banka navendî û dezgeyên girîng berpirsiyar hatine tayînkirin û piştî hukumet bê avakirin wê astengiya aboriyê ji ortê rabe. Mucahîd weha got:
“Daketina bihayê perê Afxan ya li hemberê pereyên navdewletî demkiye. Ji ber rewş bi yek carekî guherî. Wexta hukumet bixebite, wê her tişt normal bibe.”