Cîhan
Talîbanê 150 leskerên Afxansitanê esîr girt
PeyamaKurd- Hevdîtinên navbera Talîbanê û hukumeta Afxansitanê dewam dikin. Talîban dixwaze daxwazên xwe bi hukumetê bide qebûl kirin lewra êrîşên xwe bi berdewamî zêde dike. Talîbanê 150 leşkerên Afxanistanê esîr girt û berê jî di destê wan de 40 leşker hebûn ku bi temamî dike 190 leşker.
Li ser sînorê Afxansitan û Turkmenîstanê şer dewam dike, Talîbanê gelek zorê daye hêzên hukumetê û artêş xwe ber bi sînorê Turkmenistanê ve daye.
Talîbanê leşkerên di destê xwe de yên Afxansitanê bi wêne li ser çapemeniyê belav kir.