Cîhan
Talîbanê 6 polîsên Afgan kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 6 polîsên bi ser hikûmeta Afganistanê ve, bi destê çekdarên Tevgera Talibanê hatin kuştin.
Li herêma Nemrûz a li başûrê rojavayê Afganistanê, îro 22yê Çile danê sibehê êrîşeke çekdarên Talibanê li dijî xaleke polîsên Afganistanê pêk hat.
Berdevkê polîsê herêmê ragihand, êrîş bi beşdariya bi dehan çekdara û ji du aliyan ve pêk hatiye û di encamê de 6 polîs hatine kuştin 3 jî birîndar bûne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 10 mehê jî li heman herêmê, artêşa Afganistanê êrîşeke asmanî biribû ser Talîbanê ku di encamê de bi qasî 12 sivîl jî bûbûn qurbanî.