TR KU SO
FB X
Cîhan

Talîbanê, karsaziya balafirgehan, da Îmarata Ereban

Ruken güler
Nivîskar
📅 03 hezîran 2022 20:45

PeyamaKurd-Hikûmeta Efxanîstanê ya derbasdar ragihand ku wan ji bo karsaziya 4 balafirgehên Efxanîstanê, bi Îmarata Ereban re li hev kiriye. Ji aliyê rayedarên Hikûmeta Efxanîstanê ve hat ragihandin ku ji bo lihevkirinê, peyman hatine destnîşankirin û êdî ewlehiya rêyên asîmanî, dê ji Îmaratê were xwestin.

Ji aliyê Wezareta Gihandin û Hewavaniyê ya Hikûmeta Efxanîstanê ya derbasdar ve hat ragihandin ku ji bo ewlehiya geştên asîmanî, wan li ser 4 balafirgehan, bi Îmarata Ereban re li hev kiriye. Hat ragihandin ku xizmetên ewlehiya balafirgehên Kabil, Herat, Kandahar û Mezar-i Şerîfê, dewrî Îmarata Eraban hatiye kirin. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat eşkerekirin ku dê hemû çûn û hatinên bi rêya geştên asîmanî, di bin saxlemî û ewlehiyê de bin.

 

Parve bike: