TR KU SO
FB X
Cîhan

Taliyê Suûdî Erebîstanê kustina Qasikçî qebûl kir!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2018 12:25

PeyamaKurd- Suûdî Erebîstanê taliyê qebûl kir ku rojnamevan Cemal Qaşikçî li konsulxaneya Suûdiyê ya li Stenbolê hatiye kuştin.

Di derbarê bûyerê de televîzyona Suûdiyê ya fermî daxuyaniyek da û got ku  rojnamevan Cemal Qaşikçî li konsulxaneya Suûdiyê ya li Stenbolê di nava gengeşiyekê de hatiye kuştin. Ji ber vê bûyerê heta niha 18 kes hatine girtin. Alîkarê Serokê Îstîxbarata Suûdî Erebîstanê General Ahmed El Assiri jî ji wezîfê hate derxistin.

Rojnamevan Cemal Qaşikçî di 2yê Cotmehê de hatibû dîtin ku ketiye konsulxaneya Suûdiyê ya li Stenbolê. Piştî wê rojê, heta niha aqûbeta wî zelal nebûbû.

Parve bike: