TR KU SO
FB X
Cîhan

Tayip Erdogan di 23 yê cotmehê de diçe Diyarbekirê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2022 02:05

PeyamaKurd – Li ser bûyera Bartınê ya ku di madenê de teqîna grizûyê çêbû û di encamê de bû sedema mirina 41 karkeran, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoağan bernama çûna xwe ya Diyarbekirê betal kiribû û çûbû Bartinê.

Bernama çûna Diyarbekirê ya Erdoğan car din hat plankirin û li gor ragihandina endamê rêvebiriya nawendê ya AKP ê Alaattin Parlak; wê Erdoğan di 23 yê cotmehê de, roja yekşemê here Diyarbekirê, vekirina hinek kargehan bike û siet di 14.00 an de, di mîtînga li Meydana Îstasyonê de axaftinekî bike.

Parve bike: