TR KU SO
FB X
Cîhan

Tayip Erdogan diçe Ozbekistanê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 10 mijdar 2022 03:10

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di 10-11 ê mehê de wê li payîtexta Özbekistanê li Semerqendê be ji ber li wê derê 9 em zîrweya Rêxistina Dewletên Tirkî çêdibe. Mijara zîrwê ev e: Ji bo medeniyeta Tirka dewra nû: Ber bi geşepêdana hevpar û bexteweriyê de.

Di vê dewrê de Tirkiye serokatiya zîrwê dike û wê paşî dewrî Özbekistanê bike. Wê di zîrwê de li ser mijarên nexşeya zîrwê ya ji bo 20 salan, belga stratejiyê ya 5 salan, meşandina rêxistinê û dahatûya wê biaxifin. Di zîrwê de wê her weha li ser qewîkirina endamtî û xwurtkirina hevkariya navbera endaman biaxifin.

Wê serokê Tirkiyê Erdoğan di 11 ê mehê de xîtabê zîrwê bike û paşî bi lîderên welatên endam re têkiliyên duqolî deyne.

Parve bike: