TR KU SO
FB X
Cîhan

Tehran | Agir bi binkeyeke lêkolînê ya Sipaha Pasdaran ket

Leyla Denli
Nivîskar
📅 27 îlon 2021 15:29

PeyamaKurd – Li rojavayê Tehranê agir bi binkeyeke lêkolînê ya Sipaha Pasdaran ket û di encamê de, 3 kes birîndar bûn.

Li gor do êvarî pêwendiyên giştî yên Sipaha Pasdaran bi daxuyaniyekê diyar kir, agir bi binkeyeke lêkolînê ya Sipaha Pasdaran ket û di encamê de, 3 kes birîndar bûn.

Sipaha Pasdaran da zanîn, di encama vê bûyerê de, 3 karmendên wî binkeyî birîndar bûn û ew ji nexwaşxaneyê re hatin veguhestin.

Şeva borî jî Sipaha Pasdaran eşkere kir, ku hêzên agirkuj xwe gîhandine cîhê bûyerê û agir kontrol kirine.

Di çend salên borî de, li gelek navendên atomî, ewlehî û leşkerî yên Îranê li bajarên Tehran û derdora wê û Îsfahanê, gelek caran şewat derketin û berpirsên payebilind ên Îranê ji bo hin ji wan bûyeran, Îsraîl tohmetbar kirin.

Parve bike: