Cîhan
Tehran û Washingtonê 2 zîndaniyan bi hev guhert
Wezîrê karên derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf ragihand ku di navbera Tehranê û Washingtonê de guhaztina zîndaniyan çêbûye. Zarîf ragihandinê di ser hesabê xwe yê twitterê de kir û got ku bi sedema dorpêçên Amerîkayê îhlal kiriye, ev salekiyê hemwelatiyê Îranê Mesûd Suleyman li Amerîkayê di zîndanê de ye û niha serbest hat berdan.
Hat ragihandin ku bi serbestberdana Suleymanî re hemwelatiyê Amerîkayê ku di eslê xwe Çîniye û navê wî Xiyue Wang e û ji sala 2016an de li Îranê girtiye, wê di nêz de here welatê xwe.
Zarîf sipasiya xwe bo hukumeta Îswîçreyê kir ku di guhaztinê de bûye navbeynkar.