Cîhan
Tehsîn Hefacî: ‘Li nav sînorên Iraqê hezar çekdarên DAISî hene’
PeyamaKurd – Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Hefacî derbarê hebûna terorîstên DAIŞê yên li nav sînorên Iraqê da duxayanî da û got, niha piraniya wan welatiyên Iraqê hezar çekdarên DAIŞê hene.
Hefacî ji ajansa INAyê re daye xuyakirin ku hejmara terorîstên DAIŞê li nav sînorên Iraqê kêm bûne û niha 1000 çekdarên DAIŞê hene ku piraniya wan hemwelatiyên Iraqê ne.
Herwiha Hefacî da zanîn ku Fermandariya Operasyonên Hevbeş gelek rêgirî ji bo kontrola sînoran wergirtine.