Cîhan
Teqemenî xistin binê hesinê trênê: 4 mirî
PeyamaKurd- Li Pakistanê teqemeniya ku bi destan hatibû amadekirin, xistin bin rayên trênê û piştî teqiya, di encamê de 4 kes jiyan xwe ji dest dan. Bûyer li eyaleta Belûcistanê, li herêma Nasirabadê, li bajarê Dera Mûrad Cemalî çêbû.
Li gor agahiyên ku polîsan daye, dema trên nezî istasyona Dêra Mûrad Cemalî dibe, teqîn çêdibe. Ji bilî 4 kesên mirî 6 kes jî birîndar dibin. Birîndaran birine nexweşxaneyan bo tedawiyê.
Heya nehta gotin bê bûyer ji aliyê kê de hatiye kirin.