TR KU SO
FB X
Cîhan

The Guardian: Ukrayna û NATO li ser stratejiyeke nû dixebitin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 tebax 2023 17:09

PeyamaKurd – Li gorî rojnameya The Guardian a îngilîzî Fermandarê Giştî yê Artêşa Ukraynayê Valeriy Zalujniy bi du fermandarên pilebilind ên NATOyê re civîneke nepen pêk aniye.

Hate diyarkirin ku di civîna ku Serfermandarê NATO Christopher Cavoli û sererkanê Brîtanyayê Anthony Radakin beşdarî kirine û 5 saetan dom kiriye de, stratejiya nû ya leşkerî ya Ukraynayê hatiye gotûbêjkirin.

Di civînê de, bi nêzîkbûna zivistanê re, hêdîbûna hicûma artêşa Ukrayna li dijî hêzên rûsî û planên ku bêne amadekirin hatine nirxandin.

Çavkaniya ji rojnameyê re diyar kiriye ku piştî civînê stratejiya leşkerî ya Ukraynayê guherî ye, dê artêşa Ukrayna hewl bide ji aliyê Derya Azakê ve şer bike.

Parve bike: