Cîhan
The Sun: Bûka DAISê bi alîkariya Tirkiye vegeriya Brîtanyayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku jineke DAIŞî ya bi navê bûka DAIŞê tê naskirin û bê dest û pêsîr e, bi hevkariya Tirkiyê vegeriyaye Brîtanyayê..
Rojnemeya The Sun a Brîtanî di raporteke xwe de daye xuyakirin, Tirkiyê rê ji bûka DAIŞê re hêsan kir da ku derbasî Brîtanyayê bibe.
Jina DAIŞî Samiya Hisên a 25 salî di bombebaraneke li Sûriyê de bi giranî birîndar bûbû û dest û pêsîrên xwe ji dest dabûn.
Li gorî The Sunê Samiya Hisên bi rêya pasporata xwe ya Brîtanî di balafirxaneya Hîsro re derbasî Brîtanyayê bûye û ji aliyê polîsan ve hatiye girtin û lêpirsîn li ser berdewam dike.
Samiya di îfadeyên xwe de, mikur hatiye ku piraniya çekdarên DAIŞê yên biyanî bi hêsanî bi rêya sînorê Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn.