Cîhan
Tirkiye: Almanya durûye!
PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Tirkiyê li dijî Almanya bertek nîşan da. Wezaretê got: “Em durûtiya Almanya şermezar dikin. Çima îzin nadin me lê dide partiyeka dinê ya Tirkiyê?”
Wezareta karên derve weha got: “ Almanya biryarê dabû ku siyasetmedarên welatên sêyemîn bi hilbijêrên xwe yên li Almanya re hevdîtinan nekin. Me ji wan re got ku ev ne demokrasiye û tevî wî awayî em ê li dijî biryara we tevnegerin. Lê ger kiryarek an biryarek hebe, bila bo hemî partiyan weka hev be û me vê fikra xwe ji desthilata Almanya re gotibû.”
Partiya HDPê wê li bajarê Almanya li Kolnê xwepêşandana hilbijartinê çêbike. Armanca Tirkiyê, ku dibêje partiyeka ji Tirkiyê; qesda HDP dike. Ev kiryar jî li xweşa Tirkiyê naçe.