Cîhan
Tirkiyê Girê Spî da ber topan!
PeyamaKurd- Tirkiye li nêzîkî Girê Spî êrîşî çeperên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kir. Di encamê de şer derket û endamekî YPGê jiyana xwe ji dest da.
Duh êvarê seet li dora 22:00an Artêşa Tirkiyê li ser tixûbê Sûriyê li nêzîkî Girê Spî êrîşî çeperên YPGê kir. YPGê jî di cih de bersiva êrîşa Tirkiyê da û di pey re şerekî kurt derket. Di encama şêrr de endamekî YPGê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Li herêmê baregehên Amerîkayê jî hene û li ser bûyerê Amerîka hewl dide ku hewayê nermtir bike.
Berî niha bi du sê rojan jî Tirkiyê herêm dabû ber topan.