TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiyê hêzên xwe yên li Idlibê teqwiye dike!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 01 îlon 2018 15:04

PeyamaKurd- Tirkiye ji bo ku hêzên xwe yên li Idlibê teqwiye bike, konvoyeke leşkerî derbasî aliyê Kilîsê kir.

Ji gelek bajarên Tirkiyê, wesaîtên leşkerî ji bo alîkariya yekîneyên Tirkiyê yên Idlibê berê xwe dane aliyê Hatayê. Konvoyeke ku ji bîst wesaîtan pêk tê, derbasî Kilîsê bû. Ji wir jî berê xwe dane Hatayê. Hat ragihandin ku konvoy wê derbasî Sûriyê bibe û tevlî yekîneyên li Idlibê bibe.

Roja çarşemê jî du konvoyên Tirkiyê gihabûne yekîneyên li Idlibê.

Rejîma Şamê dixwaze ku Idlibê ji destê komên çekdar derbixe. Ji bo vê yekê jî hema bêje amadekariyên xwe temam kirine.

Parve bike: