TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye ji bo êrîsî Rojava bike, amadekariyan dike!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2018 17:14

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Tirkiyê xwe amade dike ku bi opozîsyona Sûriyê re êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.

Li gorî ku çapemeniya Tirkiyê ji fermandarên opozîsyona Sûriyê ragihandiye, çekdarên opozîsyonê, ji bo ku bi Tirkiyê re êrîşî bajarên Rojavayê Kurdistanê; Kobanî, Girê Spî û Minbicê bikin, xwe amade dikin.

Van rojên dawî jî, Artêşa Tirkiyê hinek çeperên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li Kobaniyê ku nêzîkî tixûbê Tirkiyê ne, tacîz kirin.

Parve bike: