Tirkiyê plana Amerîka ya bo penaberên Afgan red kir!
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê, roja Duşema borî bernameyek ji bo bicihkirina hemwelatiyên Afganistanê yên ligel hêzên Amerîka, NATO û Rêxistinên Nevdewletî yên Amerîkî li Afganistanê kar kirine belav kiribû ku tê de behsa bicihkirina wan penaberên afganî li welatên sêyem hatibû kirin.
Li gor wê bernameyê, Amerîka wê wan kesan ji bo salekê li welatekî sêyem bicih bike, heta ku dokumentên wan temam dibin û piştre wê ji bo Amerîkayê bên veguhestin. Ew welatê sêyem jî wekî Tirkiye di raya giştî de hatibû nirxandin ku Tirkiyê li hember wê plana Amerîkayê nerazîbûn nîşan da.
Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser mijarê ragihand: “Em qebûl nakin çareserî ji bo wê pirsgirêkê li welatê me bê dîtin, bê razîbûna welatê me.”
Wezareta Derve ya Tirkiyê got, Amerîka bi vê plana xwe krîza penaberan li Tirkiyê aloztir dike û diyar kir, heger Amerîka dixwaze penaberên Afganî werbigre, divê ew yekser wan bibe Amerîkayê ne ku bibe welatekî sêyem û piştre wan bibe cem xwe.
Hêjayî gotinê ye, piştî vekşîna hêzên Amerîkî û NATOyê ji Afganistanê, ev demek e bi ser sînorên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de, ji ser Îranê rojane bi qasî hezar penaberên afganî sînoran derbas dikin û paşê jî derbasî bajarên Tirkiyê dibin.