Tirkiye û Amerîka bi temamî li hev nekirin
Bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Tirkiye û Amerîka grûbên xebatê hatin avakirin. Tirkiye û Amerîka di kîjan babetan de li hev nakin, di wan babetan de her yek grûbek dê bê danîn.
Li gor li hevkirina her dû aliyan YPG-Sûriye, FETÖ-konsolosxane û li ser mijara PKKê 3 grûb hatin danîn. Babeta ku ewilî li serê bê axftin mijara Munbicê ye. Wê li ser formulên ku YPG dagere rojhilata Firatê niqaş bên kirin.
Di kîjan grûbê de, dê kî bixebite hatin tesbîtkirin. Yek ji grûban ew e ku li ser mijara vîzeya konsolosxaneyan xebatê bike. Serokê grûbê ku berê David Cohen bû niha dê bê firehkirin. Di grûbê de ji wezareta edalet û karê hundir rêvebir hene. Li gor mijaran wê burokrat, leşker û ji muxaberatê kes lê bên zêdekirin.
Grûbên dinan wê li ser wan xebat bên kirin. Mijara Munbicê û ya PKKê hêj jê re wext lazime.