TR KU SO
FB X
Cîhan

TRTê namzedê serokatiya parlamentoyê tune hesiband

📅 15 tîrmeh 2018 01:03

PeyamaKurd - Qenala televizyonê ya resmî li Tirkiyê TRTê di xeberên xwe de namzedê partiya Seadetê Cîhangîr Îslam di nav namzedan de nejimart û behsa wî nekir.

Parlamenterê Seadetê Cîhangîr Îslam, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku qenala dewletê alîgiriyê dike û bi awayekî objektîf karê rojnamevaniyê nameşîne.

Ewî li ser vê mijarê wiha nirxandin kir:

"Ambargoya di medyayê de ji aliyê herkesî ve tê zanîn. Lê belê qenala meclisê navê min hilneda. Namzedê Seadetê di nav namzedan de nejimart."

Sansur û zexta li ser çapemeniyê her ku diçe li Tirkiyê zêdetir dibe.

Parve bike: