TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: “Artês bo wezîfê amade ye”

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 31 gulan 2020 03:59

PeyamaKurd- Li ser qewimandina kuştina George Floyd ji aliyê polîs de, xelkê Amerîkayê weka raperînekî rabû ser piya û li her aliyê welat nerazîbûna xwe anî ziman. Lê bûyerên ku divê neyên kirin jî yên weka sohtina erbeyan, dukkanan û talana malên xelkê an kuştina hinek kesên din hatin kirin. Heta xwepêşandêr meşiyabûn Koşka Sipî lê wezîfedarên xizmeta xefkirî nehiştibûn ku xwepêşandêr nêzî Koşkê bibin. Li ser vê mijarê serokê Amerîkayê Donald Trump got:

“Artêş bo wezîfeyê amade ye. Xwepêşandan bûye weka sûcekî federal. Eger artêş bikeve kolanan wê erka xwe ya bêsînor bikarbîne û gelek kes bên girtin. Kuştina Floyd ciyê xengîniyê ye û wê dadwerî bicîh were.”

Trump got ku xwepêşandêr ew çend ji rêzê derketine, bo bîranîna Floydî bêrêziye û axaftina xwe weha dewam kir:

“Vana grûbên çep yên redîkalin. Bîranîna Floyd gemarî dikin. Divê şiddet bi dawî bibe. Divê mirov hînî wan bike ku nikarin weha tevbigerin.”

Trump bo destekvanên xwe bang kir ku îşev li ber derê Koşka Sipî bicivin. Li aliyê dinê hat gotin ku Pentagonê ferman daye artêşê bo Carolina ya Başûr, New York û Virginiayê da amadebin bo daketina kolanan.

Parve bike: