TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump bi serokê Talîbanê re axifî

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 04 adar 2020 04:51

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump li baxçê Koşka Sipî bi rojnamevanan re axifî û agahiyan da wan. Trump li ser gotinên ser çapemeniya Amerîkayê ku Trump bi serokê Talîbanê re axifiye weha got:

“Bi serokê Talîbanê re bi rêya telefonê axifîm. Em her dû alî şer naxwazin û me li serê lihev kir. Em ê li bende bin bê ka çawa bimeşe.”

Trump, di mijara axaftinê de ya bi serokê Baregeha Siyasî ya Talîbanê Mela Ebdulxenî Berader re got ku axaftina navbera wan gelek baş bûye. Peymana bi navê ‘Paşdeanîna Aştiyê bo Afxansitanê’ ev 2 sale ku li payîtexta Qatarê li Dohayê, Amerîka û Talîban hev dibînin û muzakereyan dikin. Peyman çend roj berê li Dohayê li otêla Sheratonê bi merasim hatibû îmzekirin.

Eger Peyman xweş bimeşe, wê Amerîka di nav 135 rojan de jimara leşkerên xwe yên li Afxanistanê daxîne 8 hezar û 600 î. Eger heya 14 mehan di navbera her dû aliyan de ti arîşe dernê, wê leşkerên xwe bi temamî ji Afxanistanê vekişîne.

Di peymanê de heye ku girtiyan bihev biguhêrin. Li dora 5 hezar kesên Talîbanê di destê Amerîkayê an ku di destê hukumeta niha de ne. Ji aliyê dinê, ji hukumeta Afxanistanê û Amerîkiyan di ser hezarî de di destê Talîbanê de dîl hene. Divê heya 10 ê adarê ev dîl serbest bên berdan.

Parve bike: