Trump: Dibe ku Îran min bikuje!
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina rojnamevanên Amerîkayî, Serokê Berê yê Amerîkayê Donald Trump, di nav fikaran de ye ku Îran li hember wî suîkastekê bike. Hat ragihandin ku ev tirsa Trump, ji ber kuştina Fermandarê Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî ye.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê rojnamevan Peter Baker û Susan Glasser ve hatin parvekirin, Donald Trump, ji gelek dost û hevalên xwe re gotiye ku ew gelek ditirse ku Îran ji bo heyfa Qasim Silêmanî, wî bikuje.
Ji ber ku Fermandarê Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî di 3ê Rêbendana 2020an de li paytexta Iraqê ya Bexdayê bi fermana Donald Trump hatibû kuştin, rojnamevanan di pirtûkekê de li ser mijarê agahî dane û tirsa Trump a ku qet venaşêre, ji bo raya giştî ragihandiye.
Di pirtûka ku ev agahî hatine dayîn de tê diyarkirin ku Trump, li şahiyeke li Floridayê ji hevalên xwe re gotiye ku “Ez gelek ditirsim Îran li dijî min suîkastekê bike û min bikuje. Ji ber vê yekê jî ez ê vegerim Washingtonê lewra ew der ji bo min ewletir e.”
Di agahiyên hatin dayîn de tê gotin ku Îranê li hember Trump gelek suîkast plan kirine lê belê ji berk u pêvajoya erka wî ber bi dawî hatiye, wan dest ji van planan berdaye.