Cîhan
Trump: “Em ê bi guleyan bersiva kevira bidin!”
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser mijara penaberan got ku kî kevira bavêje me, em ê guleyan bavêjine wan.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî di civîna çapemeniyê de axivî û penaberên Meksîkî tehdîd kirin. Trump got ku kî kevirekî bavêje me, em ê bi çekan bersivan wî bidin.
Trump wiha dewam kir: “Em bi tu şeklan tawîzekî nadine penaberan û em nahêlin derbas bibin. Belê di nava wan de hinek keviran tavêjin polîsan. Lê belê em ê bersiveke tund bidine wan.”