TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: “Em xwepêsandanên li Îranê destek dikin"

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 04 berfanbar 2019 02:39

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê bo zîrweya NATO yê li Brîtanyaye û li ser xwepêşandanên Îranê di ser hesabê xwe yê twitterê de bo xwepêşandanên ku li ser zêdekirina bihayê benzînê destpêkiribûn, weha got:

“Em xelkê Îranê yê cesûr ku bo azadiya xwe xwepêşandanan dikin destek dikin. Xwepêşandanên mezin çêdibin. Gelek kesan dikujin û bo kes nizanibe înterneta xwe digrin. Desteka min bo wan temamê û em wan ji serî de destekê didin wan.”

Li gor ragihandina rêxistina mafên mirovan li seranserê Îranê 208 kes hatine kuştin û 7 hezar kes zêde binçav kirine. Cîgirê wezîrê karên hundir yê Îranê gotibû ku ev jimare ne raste û ti jimar nedabû. Lê gotibû wê serdozger di vê mijarê de rêjeyê ragihîne.

Parve bike: