TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Li xwesa min neçû!

Salih Turan
Nivîskar
📅 27 mijdar 2018 14:17

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê krîza Derya Azak û Kendava Kerçê ku di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de rû daye, daxuyaniyek da.

Trump li ser krîza ku Rûsyayê dest daniye ser 3 keştiyên Ûkraynayê got, “Ew li xweşa min neçû. Em bi serokên Ewropî re li ser çarerêyekê dixebitin.”

Piştî bûyera desteserkirina keştiyan, Ûkraynayê dohn 27ê Mijdarê rewşa awarte ragihandibû.

Rûsya jî heta niha guh nade bangewaziyên welatên Rojavayî û tevî ku keştiyên Ûkraynayê radest nake, welatên Ewropî bi zêdekirina tevlîheviyê tawanbar dike.

Parve bike: