Cîhan
Trump piştgirî da Serokwezîr Takaichi
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump serkeftina Takaichi Sanae, yekem serokwezîra jin a Japonyayê, di hilbijartinên giştî yên pêşwext ên welêt de pîroz kir.
Di posteke medyaya civakî de, Trump pîrozbahî li Takaichi û partiya wê kir.
Trump diyar kir, "Biryara wêrek û jîr a Sanae ya lidarxistina hilbijartinê serkeftinek mezin bû. Sanae, ji bo min şerefek e ku ez piştgiriyê bidim te û hevpeymaniya te."
Serokê Amerîkayê serkeftina hilbijartinê ya partiya Takaichi wekî "dîrokî" bi nav kir û herwiha piştgiriya xwe ji bo gelê Japonî yê ku çû ser sindoqan jî tekez kir.