Cîhan
Trump sipasiya Erebistana Si’ûdiyê kir
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku bo avakirina Sûriyê wê Erebistana Si’ûdiyê di şûna Amerîka de wî pereyî bide. Trump di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku wê Erebistan alîkariyê bide da ji nû de Sûriyê avabikin û jê re sipasiya xwe kir. Trump weha got:
“Erebistana Si’ûdî di şûna Amerîka de, bo avakirina Sûriyê çi para Amerîka bikeve, wê Erebistan bide. We dît? Di şûna wê Amerîka ya ku 5000 mîl dûr e, dewletên ku xayet dewlemendin, bo avakirina welatê cîranê xwe alîkarî bike çendîn xweş e? Sipas Erebistana Si’ûdî!”