TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump vê carê dilê Misilmanan xwes kir

📅 17 hezîran 2018 02:33

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ku rihê aştî û niyetqenciya ku di vê eydê da hasil bûye, bila seranserê salê dewam bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek weşand û cejna hemû Misilmanan pîroz kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Koşka Spî de wiha hat gotin, "Melania û ez, em cejna hemû Misilmanên li Amerîka û yên li tevahiya cîhanê pîroz dikin."

Trump destnîşan kir ku meha remezanê, meheke xwenûkirinê ye û wiha dewam kir, "Rihê aştî û niyetqenciyê yê ku di vê eydê da hasil bûye, bila seranserê salê dewam bike."

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo jî peyamek weşand û tê da Cejna Remezanê ya hemû alema Îslamê pîroz kir.

Serokê Amerîkayê Trump di yekemîn sala peywira xwe da di meha remezanê de li Koşka Spî bernameya fitarê li dar nexistibû û Misilmanên li wî welatî jî bertek nîşanî vê yekê dabûn.

Lêbelê Trump îsal li Koşka Spî xwarina fitarê da.

Parve bike: