Cîhan
Trump xwest Erebistan hilberîna petrolê zêde bike
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser mijara bihabûna bihayê petrolê li dinyayê ji qralê Erebistana Si’ûdiyê ji qral Selman xwest ku hilberîna petrolê zêde bike. Trump di ser hesabê xwe yê Tweeterê de weha ragihand:
“ Ez bi qralê Erebistana Si’ûdî re, bi qral Selman Bîn Abdulezîz re axifîm. Mi jê xwest ji ber tevlîhevbûn û nebikêrhatina Îran û Venezuellayê, heya 2 mîlyon varêlan hilberîna xwe zêde bike. Bihayê petrolê gelek zêde ye. Ew jî qebûl kir.”