TR KU SO
FB X
Cîhan

Twitterê ji bo parvekirinekê ji Yahûdiyan lêborîn xwest

Salih Turan
Nivîskar
📅 08 mijdar 2018 14:10

Peyamakurd - Sepana medya civakî Twitterê li ser belavbûn û derketina pêş a parvekirina gotina, “Hemû Cihûyan Bikujin” lêborîna xwe xwest.

Twitterê ragihand ku roja Îniya borî ji ber otomatîkiya nivîsbariya bernameya sepana Twitterê gotina, ‘Hemû Cihûyan Bikujin’ bi qasî 10 xulekan bûye Trend Topic, wan ew parvekirin jê biriye û ew ji ber vê xetayê jî lêborînê dixwazin.

Parvekirina navborî piştî êrîşa nivîsa dîwar a li ser Sînagoga Brooklynê ketibû rojeva medya civakî û bi qas 6 hezar caran jî hatibû parvekirin.

Parve bike: