Ukrayna: Me bi mosekê ew kestiya Rûsyayê kir armanc
PeyamaKurd – Li Deryaya Reş, do di keştiya şer a Rûsyayê ya bi navê Moskva ku wek sembola Hêza Deryayî ya Rûsyayê li Deryaya Reş dihat dîtin roja Çarşemê teqîn tê de çêbû û noqav bû. Ukrayna berpirsiyariya teqînê girt ser xwe û diyar kir, wan bi moşekê ew keştî kiriye armanc, lê Rûsya qala bûyereke agirketinê di beşa teqemeniyan a keştiyê de dike.
Di di keştiya şer a Rûsyayê ya bi navê Moskva de, roja Çarşemê teqîn çêbû. Ukrayniyan diyar kirine, wan bi moşeka cureya Neptonê li wê keştiyê daye.
Roja Pêncşemê 14ê Nîsanê Wezareta Berevaniya Rûsyayê piştrast kir, keştiya serbazî ya Moskva ku giraniya wê 12 hezar û 490 ton bû, di nav Deryaya Reş de noqav bûye. Wezareta Berevaniya Rûsyayê sedema teqînê weke agirekî di beşa teqemeniyê de qewimiye bi nav dike.
Ukryana jî destnîşan dike ku wan bi moşeka cureya Neptonê ku Ukrayna bi xwe çêdike, li wê keştiyê daye. Ukraynayê piştî dagîrkirina nîvgirava Kirimê, ji aliyê Rûsyayê ve di sala 2014an de ew moşek berhem anî.
Hêjayî gortinê ye, eger îdiaya Ukraynayê derbarê armanckirin û têkçikandina keştiya cengî ya Moskva rast be, ev dibe mezintirîn keştiya şer ku ji dema Şerê Cîhanî ya Duyem ve tê têkşikandin.