Ûkrayna: “Rûsya raste rast êrîsên çekdarî dike”
PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Ûkraynayê ragihand ku Rûsya dixwaze sewqiyata sîlihan bo Donbasê bike, ev raste rast êrîşa çekdariyê ye. Di peyama wezareta Ûkraynayê ya bergiriyê de, siyaseta Rûsyayê tê rexnekirin û weha dibêje:
“Rûsya temamê van sîlihan di operasyonên li hemberê Ûkraynayê de bikartîne. Ûkrayna li gor peymanên navdewletî ji hevkarên xwe alîkariya teknîkî distîne.”
Mijara alîkariya teknîkî ew e ku Ûkrayna ji Amerîkayê alîkariyê distîne û Rûsya li hember kiryarên Ûkraynayê tewrekî tund nîşan dide. Wezaret, di dewama peyama xwe de weha dibêje:
“Li dora 450 topên şer û Obus, 300 topên hawanê, 210 rokaetavêjên pirlûle, li dora 700 alavên bergiriyê yên hewayî, li dora 450 alavên tanksawaran li deverên dagirkirî yên Dontesk û Luganskê ne. Rûsya temamê van sîlihan di operasyonên li hemberê Ûkraynayê de bikartîne. Rûsya, di ser de dixwaze sewqiyatên sîlihan dewam bike.”