TR KU SO
FB X
Cîhan

Ûkrayna: Rûsyayê ji leskeran zêdetir sivîl kustine

Hevi Turan
Nivîskar
📅 11 adar 2022 20:04

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Ûkrayna Oleksii Reznikov ragihand ku hêzên Rûsyayê ji destpêka êrîşan ve heta niha, ji leşkeran zêdetir sîvîl kuştine.

Reznikov diyar kiriye ku ew dixwazin ev rewş ne tenê li Kîevê li hemû cîhanê were bihîstin û zanîn.

Li aliyê din li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji 24ê Sibatê heta nîvê şevê yê 9ê Adarê li Ûkrayna 549 sîvîl di êrîşên Rûsyayê de hatine kuştin û 957 kes jî birîndar bûne.

Parve bike: