TR KU SO
FB X
Cîhan

UNAMI daxwaz kir rêz li azadiyan were girtin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 08 cotmeh 2021 16:07

PeyamaKurd –  Şandeya Taybet a Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) li ser dengdana taybet a ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê peyamek belav kir û daxwaz kir, rêz li azadiyan were girtin.

UNAMI derbarê dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Iraqê de, li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî û got: ‘‘Divê Iraqî bi bawerî û bi dilê xwe dengê xwe bidin.

Herwiha diyar kir: “Em bang li hemû aliyan dikin di atmosfereke dûrî zext, tirsandin û gefan de, rêzê li azadiya Iraqiyan bigirin.

Şandeya Taybet a Netewên Yekgirtî li Iraqê eşkere kir, divê Iraqî bi azadî nûnerên xwe hilbijêrin.

Îro li Herêma Kurdistanê û Iraqê, proseya dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê destpê kir.

Parve bike: