TR KU SO
FB X
Cîhan

UNICEF: 2.4 milyon zarokên Sûrî ji perwerdehiyê bêparin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 26 rêbendan 2021 01:02

PeyamaKurd – Fonda Zaroka a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ji şer û aloziya Sûriyê, 2 milyon û 400 hezar zarok ji perwerdehiyê û dibistanan bêpar mane.

Di daxuyaniyeke hevbeş a Kordînetorê Herêmî bo Karûbarên Mirovahî ya aloziya Sûriyê Mûhened Hedî û Rêveberê Herêmî yê UNICEF ê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîfayê Ted Chaiban de hat ragihandin: “Zarokên Sûriyê hê jî di bin bandora aloziya Sûriyê de ne. Perwerdeya li Sûriyê ji ber ku pergala xwendinê li Sûriyê alozî û kêmsiyên darayî li pêş hene nikare xizmetên ewle, adil û domdar ji zarokan re peyda bike.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di nav Sûriyê de zêdetirî 2.4 milyon zarok ku ji wan 40% keç in li derveyî dibistanan in û ji ber vîrusa koronayê dibe ku di sala bê de hejmara wan zêdetir bibe .

Neteweyên Yekbûyî da zanîn, nêzî 700 êrîş li dijî avahiyên fêrbûn û karmendên li Sûriyê pêk hatine û bang li hemû aliyan kir ku êrîşî avahiyên fêrbûn û karmendan li tevahiya Sûriyê nekin.

Parve bike: