Cîhan
Vê carê fitbolê Îran û Siûdî anîn hemberî hev
PeyamaKurd - Serokê Federasyona Fitbolê ya Erebistana Siûdiyê Adil Izzet ji bo ku bibe Serokê Konfederasyona Asyayê ji wezîfeya xwe îstifa kir û Îran ji ber vê bûyerê ket nav tirs û xofeke mezin.
Medyaya Îranê bi taybetî jî beşa werzişê, ev mijar kir rojeva sereke ya ragihandina welat.
Ajansên xeberan ên Îranê cih dan wê yekê ku eger Konfederasyona Asyayê bikeve destê Siûdiyê, rojên gelekî xerab li ber fitbola Îranê ne.
Ji ber vê yekê jî di medyayê de daxwaz hat kirin ku rê li ber bidestxistina vê konfederasyonê ji aliyê Siûdiyê ve were girtin.
Îran û Siûdî di bin banê vê sazûmanê de hereket dikin û loma jî reqabeta wan a siyasî û mezhebî di her warî de xwe nîşan dide.